11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
EDIRNE
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got: "Derdê me çêkirin e û derdê hin kesan jî xerabkirin e. Li Diyarbekirê ew berhemên weqfan, berhemên dîrokî çawa hatin şewitandin û xerakirin me hemûyan dît."
Akdogan dema ku Waliyê Edirneyê Alî Şahîn ziyaret kir der barê êrîşên PKKya rêxistina terorê ya li dijî mizgeftan da wiha got: "Derdê me çêkirin e û derdê hin kesan jî xerabkirin e. Li Diyarbekirê ew berhemên weqfan, berhemên dîrokî çawa hatin şewitandin û xerakirin me hemûyan dît. Em çêdikin, ew xerab dikin. Êrîşî pîroziyên vî miletî dikin. Ev berhem mîrateya me ya hevbeş e. Rêxistina terorê êrîşî van berheman dike. Ez bang dikim ku em li nirxên xwe yên dîrokî xwedî derkevin."