Elif Orhan
20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
GAZÎANTEP
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got "Ji ber avahiyên li Bayrakliya Îzmirê lat dikevin û serokomarê me jî ji bo ewlehiya can û malê welatiyên me telîmat dan. Em niha ji bo vê ekîbê dişînin Bayrakliya Îzmirê"
Kurum di vekirina Baxçeyê Gel a Hasan Celal Guzel a li Şahînbeya navçeya Gazîentabê de axivî.
Kurum der barê latên ku li Bayrakliya navçeya Îzmirê dikevin ser malên welatiyan de ev agahî dan:
"J i ber avahiyên li Bayrakliya Îzmirê lat dikevin û ev yek jî bû mijara nûçeyan û serokomarê me jî ji bo ewlehiya can û malê welatiyên me telîmat da. Em niha ji bo vê ekîbê dişînin Bayrakliya Îzmirê. Ji bo ku pirsgirêkên welatiyên me yên li Taxa Çîçekê bi veguherîna bajêr bên çareserkirin ekîbên me yên TOKIyê ber bi wir ve diçin. Bi Midûriya me ya Giştî ya Binesazî û Xizmetên Veguherîna Bajêr re înşealah veguherîna li Taxa Çîçekê ya Bayrakliya Îzmirê bi lez bikin."
- "Em divê di veguherîna bajêr de helwesteke biryardar nîşan bidin"
Kurum bi bîr xist ku di bûyera dilsoj a li Kartala Stenbolê de 21 kes mirin û wiha axivî: "Me ji destê veguherîna bajêr gelekî kişand. Di erdhejan de mirovên me mirin, gelek mirovên me birîndar bûn, gelek xisara me çêbû. Em êdî ji niha pê ve mecbûr in ku di veguherîna bajêr de helwesteke biryardar nîşan bidin."