Önder Beyter
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sermizakerevan Omer Çelîk li wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û Rapora Tirkiyeyê nirxand.
Wezîr Çelîk di nirxandina xwe ya der heqê raporê da diyar kir ku rexne di demokrasiyan da hem mafek e û hem jî firsendek e û wiha dewam kir, "Lêbelê di vir da rexneyeke objektîf û heq a ku ajanda û perspektîfeke erênî di xwe da dihewîne, bi me va naxuyê."
- "Em bêdengiya li hemberî êrîşên PKKyê şermezar dikin"
Wezîr Çelîk diyar kir ku binê wê yekê hatiye xêzkirin ku PKK, rêxistineke terorê ye ku ev yek seba wan erênî ye, lêbelê divê di vê mijarê da gavên berçav bên avêtin û wiha dewam kir:
"Timî binê wê tê xêzkirin lêbelê di pratîkê da tu gav naxuyên. Desthevgirtina ku di êrîşên DEAŞê da nîşan didin, di êrîşên PKKyê da nîşan nadin. Em bêdengiya li hemberî êrîşên PKKyê yên dijî mizgeft û welatiyên Tirk careke din şermezar dikin."
Çelîk wiha dewam kir, "Hê jî FETOyê wekî 'Tevgera Gulen' bi nav dikin û wekî ku rêxistineke civaka sivîl a bêguneh e retorîkek hatiye emilandin ku em vê yekê pir şaş dibînin. Ji xeynî vê, ew yek hatiye qeydkirin ku tevgera Gulen ji aliyê hikûmeta me va wekî rêxistina terorê tê pênasekirin. Herçiqas hindik be jî ev, pêşveçûnek e. Lêbelê nayê wateya pêşveçûneke rasteqînî."
- "Raporeke bêvîzyon e"
Çeîlk, belgeya Yekîtiya Ewropayê rexne kir û wiha got, "Raporeke bêvîzyon û bênaverok e, dûrî perspektîf, qed û bejna peywendiyan e û ji geşedanan para maye. Tirkiye dewleteke Ewropayê ye û demokrasiyeke wê ye bihêz a Ewropayê heye."