Nihat Kavşut
01 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ANKARA
Hat eşkerekirin ku namzedê serokomariyê yê Partiya Saadetê Temel Karamollaogluyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê ye.
Partiya Saadetê li Mala Mêvanan ya Lîtaiyê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bernameya nasandina namzedê serokomariyê ya Partiya Saadetê li dar xist.
Bîrol Aydinê Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê di bernameyê da eşkere kir ku namzedê serokomariyê yê Partiya Saadetê Temel Karamollaogluyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê ye.
Karamollaoglu piştî navê wî hat eşkerekirin di bernameyê da axivî û bi minasebeta Roja Ked û Hevkariyê ya 1ê Gulanê xebatkaran pîroz kir.
Temel Karamolloglu destnîşan kir ku xwediyê hişmendiya dijberiyê nînin û got ku em xwediyê hişmendiya siyaseteke berfireh in.