Nihat Kavşut
04 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku di hilbijartina 24ê Hezîranê da namzedê serokomariyê yê CHPyê Parlamenterê Yalovayê Muharrem Înce ye.
Li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali ji bona eşkerekirina namzedê serokomariyê yê CHPyê bername hat çêkirin û Kiliçdaroglu namzedê CHPyê îlan kir.
Di bernameyê da Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku di hilbijartina 24ê Hezîranê da namzedê serokomariyê yê CHPyê Parlamenterê Yalovayê Muharrem Înce ye.
Piştî Kiliçdaroglu Înce axivî û destnîşan kir ku wê xitabî hemû derdoran bike û bibe serokomarekî bêalî.