Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfu Elvan ji bo banga çekdanînê ya PKKyê got: "Me bi salan ji destê terorê kişand. Bi hezaran, deh hezaran xwîşk û birayên me can dan. Em dixwazin ku ev pirsgirêk bila demildest bê çareserkirin û li wê herêmê jî aramî bi cih bibe. Lazim e ku em bi xwe li yekîtî û bihevrebûna xwe xwedî derkevin."
Elvan piştî ku Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Mûta navçeya Mêrsînê ziyaret kir di dema çûyinê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Ji bo pirsa ku der heqê banga ji bo çekdanîna PKKyê hat pirsîn bersiv da û got: "Di vê mijarê de wezîrên me û saziyên ku bi vê meseleyê re eleqedar in gelekî hewl dan. Me bi salan ji destê terorê kişand. Bi hezaran, deh hezaran xwîşk û birayên me can dan. Em dixwazin ku ev pirsgirêk bila demildest bê çareserkirin û li wê herêmê jî aramî bi cih bibe. Lazim e ku em bi xwe li yekîtî û bihevrebûna xwe xwedî derkevin."
Wezîr Elvan destnîşan kir ku heke pêvajoya çareseriyê biçe serî ew wisa bawer dikin ku li herêmê di her qadê de wê pêşveçûnen pir girîng biqewimin û li Herêma Rojhilatê Başûrê Anadolûyê pêşketineke pir zû wê pêk bê.
Elvan destnîşan kir ku ew li welatê xwe hizûr, piştevanî, yekîtî û hevgirtinê dixwazin. Xebatên xwe yên di vê qadê de wê bidomînin.