Parlementera HDPyê ya Batmanê Ayla Akatê got ku bendava hilbijartinê ya ku ji sedî 10î pêk tê di rojeva wan de nîne.
Akat beşdarî kongreya HDPyê ya li Batmanê li otêlekê hat kirin bû û li vir daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Akatê, der barê bendava hilbijartinê ya ku ji sedî 10î pêk tê de axivî.
Akatê got ku divê bendava hilbijartinê di rojeva wan kesên ku ev sîstem sazkirine de be û wiha axivî: "Ev pirsgirêka me nîne. Bila di rojeva wan kesên ku dibêjin me li hemberî rastiya 12ê îlonê bendava hilbijartinê derbas kir de be. Hemû kesên ku wekî me difikirin, dixwazin guhertin çêbin, divê di qadeke azad de wek hev bijîn. Hejmara kesên ku wiha difikirin ne ji sedî 10î ye ji sedî 30yî zêdetir e. Armanca me ew e ku em gel hev di bin vî banî de bicivin."
Akat hemû kesan vexwend kongreya dê bê lidarxistin.
Serokbajarê Batmanê yê HDPyê Mahmût Çîftçî, Serokê Şaredariya Batmanê Sabrî Ozdemîr û endamên partiyê beşdarî civînê bûn.