Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfu Elvan beşdarî civîna Maseya Edîtoran a AAyê bû.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Şenol Kazanci pêşwaziya Wezîr Elvan kir.
Wezîr Lutfu Elvan ji bo wezîfeya nû Kazanci pîroz kir û pirsên nûçegihan û edîtorên AAyê bersivand.
Elvan daxuyand ku Anadolu Agency di salên dawîn de gelek pêş ve çû dengê xwe gihande cihanê û bi ya wî wê di rojên pêş me de jî bêtir pêş ve here.
Elvan behsa rêxistina paralel kir û got ku di Wezareta Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) de jî ew kes hene û îdia tên kirin ku derqanûnî telefon hatine guhdarkirin.
Wezîr Elvan got ku beriya ku TÎB bê avakirin der barê guhdarkirinên derqanûnî de gelek gilî dihatin kirin û wiha axivî: "Ev sazî ji bo ku cendirme, ewlekarî û Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî guhdarkirinan bike wek saziyeke hevpar hat avakirin. Ev sazî bi nêtên baş ve hat avakirin, lê di nav demê de mixabin xebatkarên li wir dixebitin desthilatiya xwe nebaş bi kar anîn û hin kes guhdar kirin. Ev jî bû sedem ku hêza Wezareta Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê kêm bibe. Bi ya me divê TÎB ji nû ve bê sazkirin. Di vê çarçoveyê de me xebatên xwe temam kir."
- "Di raya giştî de xwestin ku nêrîneke cuda çêbibe lê serkeftî nebûn"
Elvan behsa bûyerên Geziyê û pêşveçûna Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Bi taybetî meha gulana 2013an de Tirkiye hêla aboriyê ve gelek pêş ve çû. Di dora 4 û 4û nîvan de rêjeya faîzan kêm bû. Ji hêla civakî de jî li Tirkiyeyê geşedan û pêşveçûn çêbûn. Di cihanê de gihîşte hêzeke xurt û rekabetê. Hin kes ji vê aciz bûn û meha gulanê de "Buyerên Geziyê " dest pê kir. Beriya van bûyeran jî û di wê demê jî xwestin ku Recep Tayyîp Erdogan bêîtibar bikin. Di raya giştî de xwestin ku nêrîneke cuda çêbibe, lê ser neketin."