15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
ARTVÎN
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim: "Li Hollandayê çiqas nirxên Ewropayê yên ku pesnê wan didan hebûn hemî binpê kirin. Sicîla evana ji Bosnayê diyar e, em wan bi qetlîama ku li Bosnayê kirin nas dikin. Evana li ba derbekarên ku li Misrê Serokomarê hilbijartî ji text anîn xwarê cih girtin."
Serokwezîr Bînalî Yildrim di pêvajoya dengdayîna gel de, di mitînga li Meydana Milî Îradeyê hat lidarxistin de xitabî gel kir.
- Ew ê di 16ê nîsanê de welatiyên min bi awayekî xweş bersiva we bidin
Yildirim wiha dewam kir: "Durûtiya evana ji wan re bûye sinet. Ew yên li Almanyayê, li Hollandayê kampanyayên 'Na'yê birêve dibin, ew piştgirên PKKyê, piştgirên FETOyê ku bêyî pirsgirêk digerin, xebatan birêve dibin... çima hûn li hemberî wan dengê xwe bilind nakin. Li hemberî welatiyên ku ji welatê xwe hezdikin, ji alaya xwe hezdikin ên birûmet re qedexeyê datînin. Ew ê di 16ê nîsanê de welatiyên min bi awayekî xweş bersiva we bidin."
-Milê xwe dane milê FETOyê ji bo 'na' derkeve bi şev û bi roj dixebitin
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim bal kişand li ser xebatên PKK û FETOyê û wiha axivî:
"PKKya rêxistina terorê dibêje, 'Ji bo ji sindoqan -na- derkeve çi hewceye bikin, bi şev û bi roj bixebitin.' Milê xwe dane milê FETOyê ji bo 'na' derkeve bi şev û bi roj dixebitin. Hûn çi dikin bikin ew ê 'Erê' derkeve û hesabê we jî bê dîtin."
-Rejima yekkesî di nav CHPê de heye
Yildirimgot: "Li Amerîkayê serokek heye, ma ew dibe rejima yekkesî? Li Fransayê serokek heye, ma ew dîkdatorî ye? Ya rast rejima yekkesî di nav CHPê de heye. Çend caran di hilbijartinan de winda kiriye; lê dîsa jî dev ji paldankê bernedaye, eha li wê derê yekkesî heye.
Niha derdê herî mezin ê Ewropayê bilindbûna siyaseta dijminatiya tirk, siyaseta dijminatiya misilmanan e. Herî dawî li Fransayê li kargehan sergirtin qedexe kirin, wekî 28ê Sibata li Tirkiyeyê. Me hemû qedexe rakirin, rakirin, rakirin, niha jî wan dest pê kir. Li Tirkiyeyê demokrasî biqualitîtir dibe li ewropayê jî roj bi roj qualitî dikeve."
-Sicîla evana ji Bosnayê diyar e
Serokwezîr Yildirim got: "Li Hollandayê çiqas nirxên Ewropayê yên ku pesnê wan didan hebûn hemî binpê kirin. Sicîla evana ji Bosnayê diyar e, em wan bi qetlîama ku li Bosnayê kirin nas dikin. Evana li ba derbekarên ku li Misrê Serokomarê hilbijartî ji text anîn xwarê cih girtin.
Durûtiya evana ji wan re bûye sinet. Ew yên li Almanyayê, li Hollandayê kampanyayên 'Na'yê birêve dibin, ew piştgirên PKKyê, piştgirên FETOyê ku bêyî pirsgirêk digerin, xebatan birêve dibin... çima hûn li hemberî wan dengê xwe bilind nakin. Li hemberî welatiyên ku ji welatê xwe hezdikin, ji alaya xwe hezdikin ên birûmet re qedexeyê datînin. Ew ê di 16ê nîsanê de welatiyên min bi awayekî xweş bersiva we bidin."