15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag li ser Twîtterê biryara sergirtinê ya ku Dîwana Dadê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da, rexne kir.
Bozdag got biryara Dîwana Dadê ya YEyê ya ku der darê sergirtinê de daye li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, hemû peymanên mafên mirovan û hiqûqa kurewî ye.
Wezîr Bozdag bi bîr anî ku şirketekê jineke misilman a sergirtî ji kar avêtibû û dadgeha Belçîkayê biryar dabû ku ev şirket ne sûcdar e û Dîwana Dadê ya YEyê jî biryar dabû ku ev biryara dadgehê li gor hiqûqê ye.
Bozdag anî ziman ku ev biryar wê li Ewropayê bibe sedem ku kargeh bikaribin sergirtinê qedexe bikin, yên ku serê xwe digrin jî ji kar biavêjin. Lê ev qedexeya sergirtinê mafê mirovan, azadiya dîn û wicdanê, mafê xebatê îxlalkirine.
- "Qiyameta dadê ye"
Bozdag der barê biryara Dîwana Dadê ya YEyê de wiha axivî: "Ev biryara qedexekirinê ya ku Dîwana Dadê ya YEyê daye azadiya dîn û wicdanê, mafên mirovan û nirxên YEyê bi biryara dadgehê ve ji holê rakirine. Hin kes dikarin bi nexweşiya nijadperestiyê, cudakeriyê, îslamofobiyê, dijminatiya biyaniyan bikevin. Lê heke dadgehên ku wezîfeya wan edaletê û heqan li ser piyan girtine bi van nexweşiyan bikevin ev qiyameta dadê ye."
Wezîr Bozdag got ku zordayîna mirovan a ji bo ku di navbera bawerî û karên xwe de tercihekê bikin ne li gor mafê mirovan, nirxên Ewropayê, hiqûqê û edaletê ye. Ev tevger zilm e, qetla hiqûq û mafê mirovan e.