14 Sibat 2016•Rojanekirin: 15 Sibat 2016
KOCAELÎ
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Em ê parantezê bigrin. Vêga li Silopiya parantez hat girtin. Şikir li Cizîrê parantez hat girtin ango rêxistina terorê ya li wê derê ji binî va hat berterefkirin. Bi heman awayî li Sûrê û cihên din jî. Vêga dem dema pêçandina birînan e, vêga em ê di çarçoveya bernameya xwe ya yekîtî, hizûr û demokrasiyê da em ê ziyana madî û manewî ya ku rêxistina terorê li Tirkiyê kir, bi hev ra telafî bikin."
Kurtulmuş Serokatiya Bajarê Kocaeliyê ya AK Partiyê ziyaret kir û li vir axivî. Kurtulmuş got ku Kocaelî "qelayeke" girîng a AK Partiyê ye.
- "Em ê heta qiyametê wek bira bi hev ra bijîn"
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş got ku ji 20ê tîrmehê pê va li Tirkiyê ji gelek aliyan va êrîşên terorê dane destpêkirin û wiha dewam kir:
"Hûn dibînin ku ji aliyekê va DAEŞ, ji aliyekê va PKK, ji aliyê din va DHKP-C û piştgirên derva yên van rêxistinan hewl didin ku Tirkiyê bikin tengasiyê. Bi komkujiya Sirûcê va vê pêvajoyê li Tirkiyê dest pê kir û em digel vê bi biryardarî di rêya xwe da dewam dikin. Çalên ku hatine vekirin, yek û yek tên tijekirin û yên ku feliyetên terorê kirin yek û yek tên berterefkirin. Ya ku em li ber çavên xwe dibînin tenê ji 3-5 milîtanên PKKê yên çal vedan, pêk nayên. Piştgirên PKK û rêxistinên wek DAEŞê hene ku, îstixbaratê didin wan, çekan didin wan, piştgiriya darayî didin wan, piştgiriya siyasî didin wan. Her dem jî wisa bûye. Dema ku wexta bikaranîna van rêxistinan derbas dibe jî, wan diavêjin sergoyê. Rêxistina ASALAyê yek ji van rêxistinan bû, lê niha tuneye."
- "Tirkiye wê di demeke herî kurt da van birînan bipêçe"
Kurtulmuş wiha dewam kir:
"Em ê parantezê bigrin. Vêga li Silopiya parantez hat girtin. Şikir li Cizîrê parantez hat girtin ango rêxistina terorê ya li wê derê ji binî va hat berterefkirin. Bi heman awayî li Sûrê û cihên din jî. Vêga dem dema pêçandina birînan e, vêga em ê di çarçoveya bernameya xwe ya yekîtî, hizûr û demokrasiyê da em ê ziyana madî û manewî ya ku rêxistina terorê li Tirkiyê kir, bi hev ra telafî bikin. Ji bo vê sazî û sazûmaniyên qamûyê çi ji destê wan were wê bikin, îstiqrara siyasî wê berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Em hêvî dikin ku saziyên civata sivîl jî hemû partiyên siyasî jî wê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Tirkiye wê van birînan di demeke herî kurt da bipêçe û li rêya xwe dewam bike. Hinek Tirkiyê dişibînin welatê Rojhilata Navîn. Hêza kesî tê ra vê nake. Tirkiye li vê erdnîgariyê dewleta sereke ye, loma li der û dora wê wisa ev bûyer dertên û li dijî Tirkiyê karên fitne û fesadiyê tên kirin. Dixwazin ku Tirkiyê ji holê rakin û hemû erdnîgariyê serobino bikin. Em ê destûrê nedin vê yekê. Ev millet wê destûrê nede vê yekê. Biryardariya siyasî ya vî milletî wê destûrê nede vê yekê û em ê hemû bi hev ra ber bi Tirkiyeya hêzdartir va bimeşin."
Piştî axaftinê Serokê Bajarê Kocaeliyê yê AK Partiyê Şemsettîn Ceyhan vazo diyariyê Kurtulmuş kir.