14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
BRUKSEL
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş li Brukselê di Komîteya Karên Derve yê Parlamentoya Ewropayê de axivî û got ku divê teqez çek bên rawestandin û ji bo çareseriyê car din li ser maseyê bê runiştin û bê axaftin.
Demirtaş got ku li hin herêman derketina derva hê qedexe ye û divê Parlamentoya Ewropayê komîsyoneke hevpar ava bike, bi qasidan û xebatan ve hewl bide ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê car din dest pê bike.
Demirtaş wiha axivî: "Partiya me bi eşkere li hember hemû cure çalakiyên terorê û bûyerên tundiyê ye. Em bi awayekî demokratîk, aştiyane û siyasî tekoşînê didin û em her kesî re jî vê pêşniyar dikin. Em vê pêşniyarî kurdan jî, tirkan jî dikin. Em her tim jî wisa bangî PKKê dikin. Divê teqez çek bên rawestandin û ji bo çareseriyê car din li ser maseyê bê runiştin. Pirsgirêk hene ev rastiyek e, lê rêya çareseriyê çek û tundî nîne. Sekn û rêgeza partiya me eşkere ye û em car din vê bangê dubare dikin."
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Katî Pîrî dema ku Demirtaş diaxivî li ser Twîtterê wiha nivîsand: "PKK divê çalakiyên terorê bidawî bike". Lê li ser hişyariyê Pîrî car din peyamek nivîsand û got ku wergêr xetayek kiriye, Demirtaş negotiye çalakiyên terorîst, Demirtaş gotiye "çalakî".
Ji bilî vê dema Pîrî jî di civînê de axivî wiha got: "Hûn (Selahattîn Demirtaş) an jî hevalên we (parlamenterên HDPê) dema ku bikevin hepsê, Parlamentoya Ewropayê wê tu carê serbestiya vîzeyê ya ji bo Tirkiyeyê pesend neke. Parlamentoya Ewropayê jê gelek di gelek mijaran de Tirkiyeyê rexne dikin. Dixwazin parezbendiya gelek parlamenteran rakin, em dizanin ku armanc HDP ye."