21 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
DIYARBAKIR
Di operasyona dijî rêxistina terorî PKKyê ya li Liceya navçeya Diyarbekirê de gelek çek, cebilxane û 4 hezar û 842 kîlogram hişbir hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê Operasyona Muşterek a Bayrak-41 Cendirmeyê Şehîd Tolga Topçuoglu ya ku di 5ê adarê de li navbera bakurê navçeyên Qulp, Lice û Hênêyê û çiyayên li ser sînorê Bîngolê hatibû destpêkirin dewam dike. Hat ragihandin ku rayedarên bilind ên rêxistinê, cebilxane û hişbirên ku tên tesbîtkirin bi opresyonan tên berterefkirin.
Di çarçoveya operasyonê de 19ê adarê li goma Akçapinara taxa Şenlîka girêdayê Liceyê 6 terorîst hatin berterefkirin. Pîştî ku hewa ronî bû di lêgerînan de alavên terorrîstan hatin girtin û hatin îmhakirin.