15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
ANKARA
Li Çubuka navçeya Enqereyê du wesayît li hev qelibîn û di qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Alî Çardak û plaqeya wê 06 GP 001 bû li xaçerêra Yenîceyê bi wesayîta ku şofêrê wê Yaşar Bal û plaqeya wê 06 BG 6507 bû qelibî.
Ji wesayîtan yek li dîwarê li ser rê ket û sekinî. Di qezayê de şofêr Alî Çardak û Melîha Kuvvetlîişik, Mahîr Yerlîce, Serpîl, Alîhan, Hatîce û Bahadir Bal ên ku di wesayîtan de bûn, birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazitê.