14 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
ANKARA
Li Enqereyê di operasyona dijî şaxa gencan a PKKa rêxistina terorî da 11 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, serdozgeriya komarê li ser êxbar û lêpirsîneke plankirî du dosyeyên lêpirsînê yên cuda yên li ser şaxa gencan a PKKê kir yek û der heqê 15 kesan da biryara binçavkirinê da.
Polêsê Enqereyê serê sibê di heman demê da operasyon kir. Hevserokê navçeya Mamak û Etîmesgutê yên HDPê jî di nav da 11 kes hatin binçavkirin.
Polês kesên ku binaçv kirin, li mal û kargehên wan lêgerîn kir, pişt ku gumanbar ji aliyê tenduristiyê va hatin kontrolkirin, ji bo lêpirsînê birin Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Enqereyê.
Hat ragihandin ku ji bo girtina 4 gumanbarên din xebat didomin.