10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ANKARA
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da, li bakurê Sûriyeyê 92 hedefên DEAŞa rêxistina terorê û hedefeke PKK/PYDê hatin îmhekirin
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdarê Tirkiyeyê (TSK) di roja 79emîna Operasyona Mertalê Feratê da ku bi mebesta berterefkirina rêxistinên terorê di serî da DEAŞ, bihêzkirina asayişa sînor û piştevaniya hêzên hevpeyamaniyê, 24ê tebaxê dest pê kiribû didome.
Di çarçoveya operasyonê da hêzên mixalifan li devera Şêx Elwanê ya ku dikeve başûrê Raiyê kontrol xistin destê xwe. Di şer û pevçûnan da 4 mixalif şehîd ketin 7 mixalif jî birîndar bûn.
2 endamên rêxistina terorê DEAŞê hatin kuştin, wesayîteke bombebarkirî hat jinavbirin.
92 hedefên rêxistina terorê DEAŞê û hedefeke rêxistina terorê PKK/PYDyê yên ku hatin tespîtkirin, hatin lêdan. Di encama gulebaranê da kozik, stargeh, tesîsên kontrola komutayê, çek û wesayîtên terorîstan hatin jinavbirin.
Herwiha ji deverên ku ji DEAŞê hatin paqijkirin, 6 teqemeniyên destçêkirî hatin jinavbirin. Ji destpêka operasyonê vir va heya niha 36 mayin û 489 teqemeniyên destçêkirî hatin jinavbirin.