Ferizat Kaya
05 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
STENBOL
Di qezaya li Kadikoyê qewimî de li gorî agahiyên ewil 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêbeja D100ê, midîbusa ajokarê wê nediyar a bi pileqeya 34 NA 0268an, dema ji deweta li Balikesîrê vedigeriya, li nêzî Bostanciyê li barîyer û dîreka lembeyê ket û qulibî.
Piştî qezayê gelek ambûlans polês û ekîbên agirkujiyê hatin cihê bûyerê.
Li gorî agahiyên ewil di qezayê da 2 kes mirin 10 kes jî birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Ji aliyê din ve piştî qezayê otomobîlek li wesayîta polêsên ji bo qezayê sekinîbûn qelibî û di qezayê da polêsek birîndar bû. Polêsê birîndar rakirin nexweşxaneyê.