Abdullah Tel
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş ji bo hevkariya ku divê li Ewropayê bê kirin got: "Li Ewropayê hevkariya herî girîng a ewe ku divê li hemberî îslamofobiya belav dibe, têkoşîn bê dayîn. Îslamofobî ji aliyekî va bi destê neyaran belav dibe û ji aliyekî va jî ji hêla wan cahilên meqsedê asil ê vî dînê hanê nizanin va belav dibe."
Erbaş di Civîna Heyama 28emîn a Meclisa Fetwayên Ewropa û Lêkolînan da axivî û ragihand ku hêviya wî ewe encamên vê civînê bi kêrî Misilmanan bê.
Di axaftina xwe da Erbaş destnîşan kir baweriya ku wê heta roja qiyametê xîtabî hemû mirovan bike û li ser xwe be Dînê Îslamê ye û wiha pê da çû: "Em Misilman xwedî wê baweriyê ne ku Îslam bakî ye û xwedî hemû taybetî û giringiyên ku dikare hemû pirsgirêkan çareser bike ye, rê û rêgezê wê xwedî vê yekê ne."
- Li hemberî Îslamofobiyê bi hevkarî têkoşîn
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Erbaş diyar kir ku li hemberî Îslamofobiya li çar aliyê Ewropayê belav dibe divê hevkarî bê kirin û wiha pê da çû: "Li Ewropayê hevkariya herî girîng a ewe ku divê li hemberî îslamofobiya belav dibe, têkoşîn bê dayîn. Îslamofobî ji aliyekî va bi destê neyaran belav dibe û ji aliyekî va jî ji hêla wan cahilên meqsedê asil ê vî dînê hanê nizanin va belav dibe. Em hemû bihev ra divê hêza xwe bikin yek, milê xwe bidin milê hev, safên xwe zexim bikin û behsa heq û heqîqeta Îslam û Pêxemberê Îslamê bikin û di heman demê da ciwanên xwe ji wan talûkeyên wan hildide bin tesîra xwe jî biparêzin û ji bo pirsgirêkên wan jî çareseriyên Îslamî temîn bikin."