18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Yê ku di 16ê Nîsanê da qazanc kir miletê tirk e, Tirkiye ye û herwiha hemû welatiyên me ne ku çi gotin erê çi jî gotin na. A ku serket ala ye, dewlet e, wetan e, namûs û heysiyeta neteweyî ye. Klûba têkçûyî jî pir tevlihev, qelebalix û têkel e. Di 16ê Nîsanê da FETO serûbinî bûye. PKKya ku digot 'heger erê derê em qediyan', çûye ber golikan û qulibiye. PYD-YPG têk tûçe, HDP belav bûye, DHKP-C derbe xwariye. CHPyê jî dîsa deverû ketiye."
Bahçelî di axaftina xwe ya li komcivîna TBMMyê ya partiya xwe da bal kişand ku dengdayîna gel a 16ê Nîsanê di demokrasiya Tirkiyeyê da destpêkek, di dîroka siyasî ya firepartî da jî qonexeke nû ye.
- "Serkeftî û yên têkçûyî diyar in"
Bahçelî di xeberdana xwe da destnîşan kir ku serkeftî û têkçûyên dengdayîna gel diyar in û wiha pê da çû:
"Li gorî encamên nefermî yên referandûma 16ê Nîsanê, qeydên di piyên Tirkiyeyê da hatine vekirin. Gel xwedî heta hetaya neteweyî derketiye. Mafên me yên neteweyî û dîrokî hatine pesendkirin. Rihê yekîtî û hevkariyê derketiye pêş. Biratiya me zexm bûye. Serxwebûna me hatiye dupatkirin. Komara me hêza xwe xurt kiriye."
- "Yê ku di 16ê Nîsanê da qazanc kir miletê tirk e, Tirkiye ye"
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî axaftina xwe wiha domand:
"Yê ku di 16ê Nîsanê da qazanc kir miletê tirk e, Tirkiye ye û herwiha hemû welatiyên me ne ku çi gotin erê çi jî gotin na. A ku serket ala ye, dewlet e, wetan e, namûs û heysiyeta neteweyî ye. Klûba têkçûyî jî pir tevlihev, qelebalix û têkel e. Di 16ê Nîsanê da FETO serûbinî bûye. PKKya ku digot 'heger erê derê em qediyan', çûye ber golikan û qulibiye. PYD-YPG têk tûçe, HDP belav bûye, DHKP-C derbe xwariye. CHPyê jî dîsa deverû ketiye."