18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ANKARA
Biryara rakirina rêziknameya Akademiya Tipê ya Leşkerî ya Gulxaneyê (GATA) di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gorî vê, rêziknameya GATAyê ya di 29ê îlona 2011an da di 28069 Rojnameya Fermî de hatibû weşandin, ji rewacê hat rakirin.
Rêzikname ya nû dê ji aliyê Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Karên Hundir ve hevpar bê meşandin.
Li gorî weşana Rojnameya Fermî ya 31yê tîrmeha 2016an "Di çarçoveya biryarnameya di hukmê qanûnê da li ser rewşa derasayî girtina tewdîran, avakirina Zanîngeha Parastina Neteweyî û di hin qanûnan da guherîn", GATA û nexweşxaneyên leşkerî dewrî Wezareta Tenduristiyê kiribûn.