Abdullah Tel
10 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Konvoya eskerî ya ku seba yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê wek teqwiye tê şandin ji Şanliûrfayê ber bi alî Mêrdînê va derket rê.
Wesayîtên eskerî yên ku ji yekîneyên curbecur ên çar aliyê Tirkiyeyê hatibûn şandin serê sibehê gihîştin Fermandariya Lîvaya Bizirx a 20î ya Şanliurfayê.
Karwana ji wesayîtên eskerî pêk tê ber bi sînor va derket rê û ekîbên trafîkê li cihên curbecur ên bajêr ji bo rihet derbasbûna karwanê tewdîr hildan.
Wesayîtên eskerî yên ku ji navçeya Xelîliyeyê derbas bûn ber bi alî Mêrdînê dewam kirin.