DIYARBAKIR
Êrîşa terorê ya li Stenbolê li Mêrdîn, Bingol û Batmanê hat şermezarkirin.
Komeke xebatkarên dadgehê yên ku li ber Dadgeha Mêrdînê civiya ji bo kesên ku di êrîşên terorê de şehîd ketin deqîqeyekî sekna rêzgirtinê kirin û Sirûda Neteweyî xwendin.
Nûnerê Mêrdînê yê Turk Haber-Senê Şeyhmûs Kanat got ku wek xebatkarên dadgehê terorê şermezar dikin. Kanat got ku "Em hemû polês in û li gel polêsan in."
Kanat diyar kir ku kurd, tirk, elewî, sûnî her kes bira ne û got ku "Yekîtî û bihevrebûna me dê berdewam bike. Heke mijar welat be yên din teferrûat e."
Di dema daxuyaniya çapemeniyê de komê gelek caran dirûşmeyên wekî "Şehîd namirin, welat parçe nabe," "Em hemû polês in", "Bila PKK qehr bibe" berz kirin.
Nûnerên civakî yên sivîl li navçeya Qiziltepeyê jî êrîşên terorê şermezar kirin.
- "Bi piştgiriya hêzên derve hatiye kirin"
Serokê Şûbeya Qiziltepeyê ya Cemiyeta Mûstazaflarê Îbrahîm Bahadûr got ku terorê dîsa rûyê xwe yê tarî nîşan da.
Bahadûr qal kir ku ji ber bûyera dilsoj a ku qewimî gelekî xemgîn e û wiha axivî: "Pêşketina welatê me, veberhênanên ku dike tesîrî li hêzên derve dike. Hêzên derve ji bo ku midaxaleyî vê bikin dîsa çalakiyên terorê derxistin holê. Êrîşa çekdarî bi piştgiriya hêzên derve û bi destê taşeronên herêmî hat kirin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û nelet dikin. Êrîş ji aliyê kîjan rêxistina terorê ve hatibe kirin bila be zilmeke li ser gel e û em dijî vê yekê ne."
Serokê Bankeya Xurekê ya Rahmetê ya Qiziltepeyê Mehmet Şîrîn Oz got ku Xwedê rehma xwe li kesên ku di êrîşê de şehîd ketin bike, serê malbatên wan sax be û Xwedê şifaya xêrê bide birîndaran.
Oz got ku êrîş lîstika hêzên derve ye û wiha axivî: "Hêzên derve naxwazin ku Tirkiye hêzdar bibe. Piyonên xwe yên li Tirkiyeyê bi kar tînin. Xwedê înşeallah dê derfetê nede wan."
- Ajokarên wesayîtên serwêsan bertek nîşan dan
Li Midyata navçeya Mêrdînê ajokarên serwêsan konvoy çêkirin û êrîşa terorê ya li Stenbolê şermezar kirin.
Ajokar bi wesayîtên serwêsan hatin rêbeja Midyat-Mêrdînê û bi minîbûsên ku bi alayên Tirkiyê xemilandibûn re li navçeyê tûr avêtin. Hin welatî jî bi wesayîtên xwe beşdarî konvoyê bûn û piştgirî dan.
Ji ajokaran Sûltan Akar qal kir ku ji ber êrîşa terorê ya li Stenbolê gelekî xemgîn in. Akar diyar kur ku li gel dewletê ne, ji bo ku berteka xwe ya hember êrîşê nîşan bidin bi hevalên xwe yên ajokar re hatin bal hev û her cure terorê şermezar dikin.
- Li Bingolê bertek
Bi serkêşiya Komeleya Mafên Mirovan, Malbatên Xazî û Şehîdan a Bingolê (BÎŞHAK) endamên komeleyê û welatî li ber derê Kûleya Saetê ya li Taxa Yenîşehîrê hatin bal hev û PKKya rêxistina terorê şermezar kirin.
Komê bi alayên Tirkiyê ên di destê xwe de dirûşmeyên wekî "Bila PKK qehr bibe" û "Şehîd namirin welat parçe nabe" berz kirin û Serokê BÎŞHAKê Naîm Tan li ser navê komê daxuyanî da û êrîş şermezar kir.
Tan got ku "Em ji bo ku neletê li terorê bibarînin û bangî hemû dinyayê bikin ku em li gel dewlet û polêsên xwe civiyan" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em mensûbên rêxistinên terorê û hevkarên wan ên ku arîkarî û piştevaniya wan dikin şermezar dikin. Ev rêxistinên terorê rêxistinên taşeron in. Ev maşeyên wisa ne ku hin kes ji bo ku destê wan neşewîtinin wan bi kar tînin. Ev 30 sal in hewl didin ku bi rêxistinên teorrê me bixin nav tengasiyê. Hewl dan ku ew tiştên ku nikarin ku ev 30 sal in pêk bînin şeva 15ê tîrmehê pêk bînin. Bi tank, top, tifing û jetên xwe re hatin lê bi ser neketin. Li hember vê gelê ezîz ên hewl didian ku serê wan bidin tewandin serî tewandin. Lê nêrîn ku gelê me li dewleta xwe, li gel û Serokomarê xwe xwedî derdikeve û hember wan tu carî serî natewîne vê êrîşa namerd, xaîn û qellaş kirin."
Serokbajêrê AK Partiyê Yilmaz Seven û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî beşdarî protestoyê bûn.
- "Em her dem li gel polêsên xwe ne"
Serokê Şûbeya Batmanê yê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Mistaqîl (MUSÎAD) Sûat Ozdemîr daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku vê êrîşa menfûr a ku Tirkiyeyê û mirovan hedef girt şermezar dikin.
Ozdemîr qal kir ku ji ber êrîşê gelekî êşiyan û da zanîn ku êrîş hemû aliyên li Tirkiyeyê hedef girt. Ozdemîr got ku Xwedê rehma xwe li şehîdan bike û ji bo birîndaran şifaya xêrê xwest û wiha axivî: "Em wek gel bi karsazên xwe, hunermend, werzîşvan, esnaf, siyasetmedar û karkeran ve em hemû piştgirên polêsên xwe ne. Em her dem li gel polêsên xwe yên ku ji bo aramî, ewlehî û dahatûya me canê xwe feda dikin in. Ev êrş dê ne teşkîlata me ya polêsan ne jî gelê me têk bibe."
news_share_descriptionsubscription_contact
