20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2016
NAPOLÎ
Beşîktaşa nûnera Tirkiyeyê di pêşbirka hefteya 3yemîn a Koma Byê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Napoliya tîma Îtalyayê 3-2 têk bir û bêsiûdiya xwe ya li hemberî tîmên Îtalyayê jî serobin kir.
Tîma reş û spî bi vê serfiraziyê va di vê organîzasyonê da cara ewil bi ser ket 3 pûan hilda û di koma xwe da jî di rêza duyemîn da bi cih bû.
Beşîktaşa ku di du pêşbirkên berê da beramber mabû bi vê serfiraziyê va pûanê xwe derxist 5an û li deplasmanê serfiraziyeke pir menedar bi dest xist.
Nûnera Tirkiyeyê di organîzasyona fitbolê ya herî mezin a Ewropayê da herî dawîn di 25ê sermaweza 2009an da Manchester United a tîma Îngiltereyê li deplasmanê 1 û 0 têk biribû. Piştî 7 salan dîsa li deplasmanê heman serkeftin bi dest xist.
Napolî jî vê heyamê di Lîga Şampiyonan a UEFAyê da li pêş alîgirên xwe cara ewil têk çû.