İbrahim Atmaca
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn ragihand, agirê ku li Davutpaşayê bi fabirqeya qumaş û ta ket,bi qismî hat kontrolkirin, di bûyerê da tiştek bi kesî nehat.
Li Davutpaşayê dora saet 06.45an agir qata jor a fabirqeya qumaş û ta ket. Sedema agir hê ne diyar e. Fabirqe 5 qatî ye. Ji ber ku agir bi balyeyên ta û qumaş ket û balye ketin qatên jêr, agir di demeke kin da gur bû û bi hemû avahiyê ket.
22 îstgeh 89 wesayît û 185 personel, ji şaredariyên navçeyan şaredariya Fatîh, Zeytînburnu, Bagcilar, Bahçelîevler, Gungoren, Bayrampaşa, Esenler û ji Şirketa Anonîm a Hamîdiyeyê bi tevahî 15 tankerên avê midaxaleyî agir dikin.
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn çû cihê bûyerê û li wê derê daxuyanî da.
Şahîn got: "Agir bi qismî hat kontrolkirin. Li gor agahiyên ewilîn mirî û birîndar tunene."