Önder Beyter
22 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Polîtîkaya Derva ya Meclisa Îranê Haşmetullah Felahatpîşe û heyeta pê ra qebûl kir.
Çavuşoglu ji ser hesabê xwe yê twitterê der heqê hevdîtina xwe ya ligel Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Polîtîkaya Derva ya Meclisa Îranê Felahatpîşe û heyeta pê ra da daxuyanî da.
Çavuşoglu diyar kir ku ew û Felahatpîşe û heyeta pê ra li ser mijarên herêmî û peywendiyên dualî sekînin.