Abdullah Tel
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2018
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê qada ku berê hafriyat lê hebû hat paqijkirin û kirin parkeke bi kêrî şêniyên navçeyê tê.
Li Taxa Buzxaneyê qada ku ji 4 hezar û 500 metreqereyî û welatiyan berê hafriyat û bermayiyan xwe diavêtinê ji bo bibe park hat paqijkirin. Xebata Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û Şaredariya Îpekyolê dabûn destpêkirin temam bû.
Di nav parkê da cihê bazdanê, rêya bisiklêtê, amûrên sporê yên li derva, qada sporê ya pirarmanc, komên lîstika ên ji bo zarokan û qadên bêhnvedanê hatin çêkirin û bi navê "Parka Dostaniyê" ket xizmeta gel.
Qaymeqamê Îpekyoluyê û Wekîlê Şaredar Cemîl Ozturk di merasima vekirina parkê da axivî û got ku tevlî vê parkê îsal li navçeyê gelek veberhênan û xizmet hatin kirin.