23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
KERKÛK
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrat a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û heyeta ku pê ra bû çûn Kerkûkê bajarê Iraqê.
Demirtaş û heyeta pê ra bû ev du roj bû ku li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê bûn û piştî hevdîtinên wan ên li wir bi dawî bûn ew derbasî Kerkûkê bûn.
Heyeta HDPê bi Waliyê bajêr Necmeddîn Kerîm ra hevdîtin kir û piştî hevdîtinê Demirtaş û Kerîm civîna çapemeniyê ya hevpar lidar xistin. Demirtaş di civînê da got: "Ev dem ji bo Kerkûkê zor û zehmet e. Ez bawer dikim ku wê ev dem bi dawî bibe. Ewê aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne, hemû gelên li vê derê tevlî rêveberiyê bike û demokrasiya xwe ava bike û pêşerojeke ku wê pê bikeve wê ava bike."
Waliyê Kerkûkê Kerîm jî ji Demirtaş û heyeta HDPê ra ji bo serdanê spas kir.
Di hevdîtinê da digel Demirtaş Berdevka Meclisa Jinan a HDPyê Besîme Konca, Alîkarên Hevserokê Giştî Fatma Kurtulan û Nadir Yildirim, Parlementerê Stenbolê Celal Dogan, Parlementerên Diyarbekirê Îmam Taşçier û Nîmetullah Erdogmuş, Parlementerê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlementerê Şanliurfayê Osman Baydemir û Endamê Meclisa Partiyê Abdullah Alagoz amade bûn.
Lijneya HDPyê ya di serokatiya Demirtaş da piştî serdana li Kerkûkê dibe ku li Silêmaniyeyê bi rayedarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê (Guherîn) ra were bal hev.