Ekip
05 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
HATAY
Alîkarê Serokwezîr Nûrettîn Canîklî, li ser rê û rêbaza di îadekirina pîlotê firokeya Sûriyê ya li Hatayê ket xwarê de got: "Halê hazir dermankirina pîlot berdewam e. Piştî ev zelal bibe, biryara der heqê vê de jî dê were dayîn. Lê bûyer niha gelekî nû ye. Ka gelo bi çi armancî û çawa ketiye sînorê Tirkiyê, pîlot xwe çawa avêtiye, di çarçoveya kîjan wezîfe û fealiyetê de li van deran bûye? Piştî ku ev tev zelal bûn û derketin holê, emê biryara der barê wê de jî rojên pêşiya me bidin."
Canîklî li Walîtiya Hatayê ji bo rojnamevanan axivî û di behsa bûyerên bişevê de diyar kir ku xetera jiyana pîlot tuneye.
Canîklî, diyar kir ku dermankirina pîlot didome, dê biryarê di rojên pêş de bidin û wiha axivî: "Halê hazir dermankirina pîlot berdewam e. Piştî ev zelal bibe, biryara der heqê vê de jî dê were dayîn. Lê bûyer niha gelekî nû ye. Ka gelo bi çi armancî û çawa ketiye sînorê Tirkiyê, pîlot xwe çawa avêtiye, di çarçoveya kîjan wezîfe û fealiyetê de li van deran bûye? Piştî ku ev tev zelal bûn û derketin holê, emê biryara der barê wê de jî rojên pêşiya me bidin. Rewş vê gavê wis ye."