22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
VAN
Li Baxçesaraya navçeya Wanê ajokarên ku berfa li rexê rê ketiye ser hev a bilindahiya wê digihêje 7 mêtreyan dibînin di meha nîsanê da şaş û metel dimînin.
Zivistanê rêya Baxçesarayê ji ber berfê tê girtin û demeke dirêj nayê vekirin û têkiliya wê bi dinyayê ra tê birîn ji ber vê jî di nav gel da ji navçeyê ra dibêjin "Gerstêrka nehan". Di meha nîsanê da jî hê li navçeyê ji ber berfê di çûyîn û hatinê da tengasî derdikevin.

Di saya tunêla dirêjahiya 2 kîlometre û berahiya wê 8 mêtre ye û Midûriyeta Herêma 11ê ya Rêbejê hat çêkirin îsal rê zêde nehat girtin, bi germbûna hewayê va aşît ket û li rexê rê bilindahiya berfê gihîşte 7 metreyan. Ajokar û hin welatiyên ku cara ewil tên navçeyê çaxa ku berfê dibînin şaş û metel dimînin.
- "Zincîrê bi xwe ra digerînin"
Aydin Tarakçiyê ajokar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku her sal rêya Baxçesarayê ji ber berfê dihat girtin, îsal bi çêkirina tunela berfê rê zêde nehat girtin.
Tarakçi destnîşan kir ku li herêmê zivistaneke giran derbas dibe û wiha pê da çû:

"Tunelên ku li ser rêbejê hatin çêkirin îsal rêwîtiya me zehf hêsan kirin. Ji bo ku Baxçesarayê ji berfê xilas bikin gelek tunêl lazim dikin. Nika gel li Antalyayê dikeve behrê, em li vê derê hê zincîrê diavêjin lastîkên wesayîtên xwe. Em mecbûr dimînin havînê jî zincîrê bi xwe ra digerînin. Em hatin dawiya nîsanê hê jî li ber berfê ber xwe didin."
- "Qalindahiya berfê her kesî şaş û metel dihêle"
Sabrî Yaylayê ajokar jî got zivistanê ji ber aşîtê gelê navçeyê gelekî tengasiyan dikişîne.
Salîh Dalhan got ev bi salan e rêbeja Baxçesaray-Wanê bi kar tîne, navê navçeyê bi berfê tê zanîn lê dîsa jî ji ber qalindahiya berfa li ciyên ku aşît dikeve meriv û şaş metel dimîne.