28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Di operasyona ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên ewlehiyê bi hev ra li Liceya navçeya Diyarbekirê dijî PKKya rêxistina terorê birêvebirin da, di nav 5 rojan da 20 milyon û 273 hezar serî kirkirk, 3 ton esrar hat îmhakirin û 10 ton û 980 kîlo jî amonyum nîtrat hat qeflatin.
Operasyona ku li Lice û derdora wê bi beşdarbûna 24 taburan dest pê kiribû, didome.
Hêzên ewlehiyê di nav 5 rojan da 20 milyon û 273 hezar serî kirkirk û 3 ton esrar îmha kirin. Li herêmê ji bo tespîtkirina erdên ku tê da kirkirk hatiye ajotin û îmhakirina kirkirkê xebat didomin. Li herêmê 36 makîneyên kar ji bo çinîn û derxistina kirkirkê dişixulin û derên ku makîneyên kar nikarin bikevinê jî hêzên ewlehiyê kirkirka li wê derê diçinin.
- 10 ton û 980 kîlo jî amonyum nîtrat hat qeflatin
Li çolterê jî 10 ton û 980 kîlo jî amonyum nîtrata ku ji hêla terorîstan va hatibû veşartin, hat qefaltin û 35 teqemeniyên bidestçêkirî jî hat îmhakirin.
Ji xeynî vê jî heta niha 23 hezar û 270 kes û 11 hezar û 519 wesayît jî hatin kontrolkirin. 103 kesên der heqê wan da biryar hebû jî hatin binçavkirin û ji wan jî 11 kes bi hinceta bazirganiya hişbirê kirine û alîkariya rêxistina terorê kirine hatin girtin.
Bi helîkoptêran va ji hêzên ewlehiyê yên li herêmê operasyonê didomînin ra jî xwarin û xurek tê şandin.