28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
ANKARA
Hat tesbîtkirin, DAEŞa rêxistina terorê xwe amade dikir ku guleyan biavêje Tirkiyeyê, li ser vê 35 hedefên DAEŞê ji beja û asmanan hatin bombebarankirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, li bakurê Sûriyê DAEŞa rêxistina terorê xwe amade dikir ku guleyan biavêje Tirkiyeyê.
Hêzên Çekdar ên Tirkan bi obus û roketan va 35 hedefên DAEŞê ku ji katyûşa û hawanan pêk dihat, bombebaran kirin. Jetên koalîsyonê jî ji asmanan va 9 caran li hedefan dan.
Di operasyonê da li gor tesbîtên ewilîn, 19 mensûbên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin, du kozikên parastinê û wesaîteke ku çek li ser bû hatin îmhakirin.
Ji aliyekî din va jetên Hêzên Çekdar ên Tirkan operasyon birin ser herêma Qendîla bakurê Iraqê jî.
7 hedefên ku terorîst tê da bûn bi serkeftî hatin bombekirin. Hat gotin ku tesbîtkirina xesar û zaiyatê dewam dike.
Jet bi sax û silamet vegeriyan balafirgehên xwe.