Nihat Kavşut
14 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Theresa Maya Serokwezîra Îngilistanê bi têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê di axaftina Erdogan û Mayê da geşedanên dawîn yên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Li gor agahiyan Mayê der barê operasyona dijî rejima Sûriyeyê da Serokomar Erdogan agahdar kir û Erdogan jî destnîşan kir ku Tirkiye ji berê da li hember emilandina çekên kîmyayî derdikeve û bi tundî şermezar dike.
Hat diyarkirin Erdogan di axaftinê da got ku ji bo li Sûriyeyê aştî û hizûra mayînde be çareseriyeke siyasî pêwîst e.
Erdogan di axaftina bi Mayê ra bal kişand ku rageşiya li herêmê zêde neyê mezinkirin.