30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku di çarçoveya operasyona têkoşîna dijî terorîstan de, di navbera 22-28ê berfanbarê de 53 terorîst hatin berterefkirin, 3 esker şehîd ketin û 9 esker jî birîndar bûn.
Li gorî agahîdana heftane ya Sererkaniyê, di çarçoveya operasyona têkoşîna dijî terorîstan de, di navbera 22-28ê berfanbarê de, li deverên weke Diyarbekir, Bidlîs, Tuncelî, Batman, Mêrdîn û bakurê Iraqê ku PKK/KCKya rêxistina terorê van deveran weke cihê hêwirîn û guzergeha hatûçûnê bikar tîne, operasyon berdewam bûn.
Di vê çarçoveyê de, li navçeyên Licê, Hezro, Sîlvan û Qulp a Diyarbekirê, Tetwana Bidlîsê, Hozat, Pulumur, Kizilmescit a Tunceliyê, Kozluk a Batamanê û Omerliya Mêrdînê herwiha li deverên Avaşîn-Basyan û Xwakurka bakurê Iraqê bi asta navend û mezin operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan de 53 terorîst hatin berterefkirin, 14 tivingên piyedeyan, roketavêjek ROG-7, demançeyek, 3 ji wan tivingên nêçîrê bi giştî 19 çekên sivik, 75 kîlogram nîtrata amonyûmî, 6 bombeyên destî, 3 hezar û 184 muhîmatên curbicur ên çekên sivik, 7 heb muhîmatên hawanê yên 60 mîlîmetreyî, muhîmatek topê, 12 muhîmatên RPG-7ê, 15 fîşkên sewqê yên roketavêja RPG-7ê, 23 loqumê dînamtan, 6 funye, 28 şarjor, 2 bêtêl, dûrbîneke çekan, dûrbîneke şevbînî, 121 tupên LPG ku bi mebesta bikaranîna di teqemeniyên destî (EYP) de hatibûn veşartin, hatin desteserkirin.
Di operasyonan de herwiha digel komelek teqemenî, şikeft, ziving sitargeh û mewziyên ku terorîstan bikar dianîn hatin îmhakirin.
Ji aliyekî din ve di operasyonan de 3 esker şehîd ketin û 9 esker jî birîndar bûn.