30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
ANKARA
Hat ragihandin di operasyona asîmanî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) piştî êrîşa mensûbên rêxistina terorê ku ji bakurê Iraqê bi çekên lûledirêj û hawanê kiribûn, li dar xist da 4 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahdarkirina Serokatiya Sererkaniyê mensûbên rêxistina terorê duh ji aliyê bakurê Iraqê va bi çekên lûledirêj û hewanê êrîşî alî Tirkiyeyê kirin.
Piştî êrîşê dijî mensûbên rêxistina terorê operasyona asîmanî hat lidarxistin.
Di operasyonan da li gor tespîtên ewil 4 terorîst hatin berterefkirin.
Hat gotin ku 3 eskerên di êrîşê da birîndar bûbûn ji herêmê hatin tehliyekirin û şandin nexweşxaneyê.
Di agahdarkirinê da hat gotin ku li herêmê operasyon dewam dikin û têkoşîna li dijî terorê bênavber wê bidome.