Ekip
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Hîndekarê Beşa Têkîliyên Navneteweyî ya Fakulteya Îdarî û Îqtisadî ya Zanîngeha Uludagê Prof. Dr. Îbrahim S. Canbolat bal kişande welatên ku di referanduma li Bakurê Iraqê de piştgirî dane û wiha axivî: "Navê kurdan ên ku xwedî baweriya îslamê ne û cihûyan bi hev ra bilêvkirin ancax feydeyê dide siyaseta kurewî ya emperyalîst."
Canbolat ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku siyasetmedarên emperyalîst ji bo ku mudaxeleyî Rojhilata Navîn bikin behsa dewleta kurd û gotina Îsraîla Mezin ya axên pîroz ên ku hatine wedkirin dikin.
Canbolat got ev du gotinên ji hev cuda ne lê bi zanetî tên telafuzkirin û wiha axivî: "Navê kurdan ên ku xwedî baweriya îslamê ne û cihûyan bi hev ra bilêvkirin ancax feydeyê dide siyaseta kurewîya emperyalîst. Di dema referanduma Rêvebiriya Herêmî ya Kurd a Iraqê de mirov yên ku piştgiriyê didin binêre armanca siyaseta emperyalîst baştir tê fêmkirin."
- "Referandum bû sedema encamên nebaş"
Prof. Canbolat got bi taybetî Fransa û welatên Rojavayî aqil dane Barzanî lê ev ji bo kurdên li herêmê bû sedema encamên nebaş.
Canpolat got Ewropa destûrê nade li Katalonyayê referanduma ku dibe sedema bêîstiqrariyê çêbibe, lê li Rojhilata Navîn teşwîq dike. Di serî da kurd divê gelên herêmê li ser vê baş bifikirin.
Canbolat anî ziman divê kurd li ser vê tevgarê bifikirin, lewra siyaseta kurewî dixwaze vîna Tirkiyeyê ya ji bo ewlekariya xwe ya li ser sînoran bêtesîr bike.
- "Dixwazin rê li pêşiya Tirkiyeyê bigirin"
Di rapora Konseya Têkîliyên Derva ya Ewropayê (ECFR) ku navend London e amade kiribû da ji bo têkiliyên Tirkiye-DYAyê wiha hatibû gotin: "Zewaceke ku xwe bi xwe ber bi ji hevqetînê va diçe" û Canpolat li ser vê mijarê sekinî û got: "Ez wan îfadeyên di ECFRê da derbas dibe di cih da nabînim. Temam niha bi rêveberiya DYAyê ra pirsgirêk hene lê ew bi rêyên dîplomatîk û siyasetê dikarin bên helkirin."
Canpolat destnîşan kir ku Tirkiye ji aliyekî va li herêma xwe û ji aliyekî va jî di qada gerdûnî da pozîsyoneke bihêz radixe pêş çavan û ji ber vê jî him li hundir û him jî li derva ji bo helkirina pirsgirêkên diqewimin hewl dide û wiha dewam kir: "Planê avakirina lîstika Sykes-Picotê ku Rojava dixwaze bike rewacê bû sedema pirsgirêkan. Tirkiye ji ber vê pirsgirêkê li herêmê li gor berê niha zêdetir çalak û xwedî roleke aktîf e û xwediyê wê rolê ye û bi gotin û kirinên xwe jî vê eşkere dike. Lê mutefîqên wê yên rojavayî di şûna piştgiriyê da bi eşkere yan jî dizî li hemberî wê siyaseta rê li ber girtinê dimeşînin. Li Rojhilata Navîn qadên sereke yên şer lê hene ne bi Ewropayê li gor berjewendiyên Rûsya û DYAyê derdikevin holê. Dinya li wir hewla du hêzên qirase yên berê ku ji bo hebûnê didin, dibîne. Tesîra vana li ser welatên herêmê yanî Îran, Iraq, Sûriye xwe nîşan dide û herî dorhêl fireh bibe welatên din jî tev in."
- "Di têkiliyan da bêbertekî zirar e"
Prof. Dr. Canbolat, ragihand ku lazim e Tirkiye di van hemû têkiliyên siyaseta çeprast ên bi hêzên dinyayê ra datîne baş eyar bike û wiha dewam kir: "Di halêhazir da têkilî her çiqas neyînî xuya bikin jî ji ber konjoktorê ev yek wê heta demeke dirêj wiha dewam neke. Di van hemû têkiliyan da bêbertekî zirar e."
"Di her cure peywendiyê da bertekdayîn zirara xwe heye. Bi welatên endamên YEyê, bi taybetî jî bi Almanyayê ra ev geşedanên vê dawiyê ku paşxaneya dîrokî û çandî tê paşguhkirin kêrî herdu aliyan jî nayê. Mirov divê pergala Yekîtiya Ewropayê û şêweyê siyaseta hin siyasetmedarên ewropî ji hev cuda bike. Ev yek terzekî rastir e. Heger mirov ji vî aliyî va lê mêze bike, ciyê Tirkiyeyê bona Ewropayê pir girîng e. Herçiqas helwest û miemeleyên konjonkturel neyînî xuya bikin jî, lê bo heyameke dûrûdirêj Tirkiye û Ewropa wê bidin nîşan ku hewcedarên hev in."
- "Rojava bi qasî NATOyê pêdiviya wê bi Tirkiyeyê jî heye"
Canbolat, nîqaşên ser pergala fuzeyê ya berevaniya asîmanî S-400 ku Tirkiye dixwaze ji Rûsyayê bikire, nirxand û bal kişand ku çi li hundir çi jî li derva Tirkiye dijî rêxistinên terorê yên wekî PKK, PYD, DEAŞ û FETOyê têkoşînê dimeşîne û ji ber hindê mecbûr e ku her cure tevdîrê bistîne.
Canbolat diyar kir ku DYA li herêmê siyaseteke dijî Îranê dimeşîne û bi Rûsyayê ra jî hevrik e û wiha domand, "Lêbelê ligel van hemû yekan Tirkiyeya ku yek ji hevkarên NATOyê ye li cihê xwe ye û ew nikarin xwe ji Tirkiyeyê dûr bixin. A ku dikeve ser milê Tirkiyeyê jî ew e ku divê li hundir rêgeza hiqûqê bi cih bîne, rêzê ji mafên mirovan ra bigire û prensîbên demokrasiyê bîne cih. Li derva jî Tirkiye di têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê da jî divê hewl bide ku piştevaniya navneteweyî bistîne. Bi qasî ku Tirkiye mihtacê NATOyê ye, ew qasî jî pêdiviya DYA û Ewropayê bi Tirkiyeyê heye."