Abdullah Tel
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Dolar/TLyê ku bi zêdebûnê dest bi rojê kir di asta 4,6310 diçe û tê.
Lire piştî hilbijartina ku roja yekşemê hat kirin li hemberî dolar asta xwe parast û di nav pereyên welatên pêşdikevin da vê meyla xwe domand. Hefteya borî pereyên welatên pêşdikevin li hemberî dolar bi qasî ji sedî yek daketin lê lire berevajiyê vê ji sedî yek zêde bû.
Dolar duh rojê di asta 4,6210 lireyî da temam kir û îro ji saet 09.20î vir va ji sedî 0,2 zêde bû û gihîşt 4,6310 lireyî. Di heman wextî da ewro/TL jî ji sedî 0,3 zêde bû û gihîşt 5,3570 lireyî, sterlîn/TL jî bi asta 6,0690î tê kirîn û firotin.