Haydar Şahin
28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
İSTANBUL
Li Stenbolê ji ber baran û zîpika ku barî welatî di tengasiyê da man.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li Esenler, Eyub, Gungoren, Umraniye, Kartal, Maltepe, Silîvrî, Beykoz, Tuzla, Sultangazî, Uskudar, Ataşehir, Bakirkoyê tesîra baranê dewam kir.
Barana gurr carcaran vegeriya zîpikê.
Ji ber şiliyê avê da ser rê û dirban, ajokaran tengasî kişandin. Li hin herêman jî ajovanan wesayîtên xwe kaşî rexê rê kirin û li benda sihêlbûna baranê sekinîn.
Welatiyan ji bo ku av nekeve mal û dikanên wan bi torbeyên qûmê tevdîr hildan.
Hat ragihandin ku li hin herêman avê daye ser xanî û dikanan, ekîbê lêgerîn û xilaskirinê xebatên texliyeyê kirin.