28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik der heqê îadenekirina leşkerên derbekar ên revîn Yewnanistanê da got: "Mixabin piştî darizandineke bi mehan ajot, dadgeha bilind a Yewnanistanê biryar da û biryara dadgehê biryareke hêvîşikêner da. Ez bi eşkereyî dibêjim ev biryareke dadî nîne û biryareke edaletê belav dike nîne. Ev biryareke siyasî ye."
Wezîrê Parastina Neteweyî Işik ji der heqê îadenekirina leşkerên derbekar ên reviyane Yewnanistanê da got: "Yewnanistanê bi vê biryarê nîşan da ku di meseleya terorîzmê de di rêyeke xelet de ye. Tişta em ji Yewnanistanê dixwazin niha ew e ku bilez vê biryara xwe ya xelet rast bike û wan 8 kesan îadeyê Tirkiyeyê bike."