28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî der heqê îadenekirina leşkerên derbekar ên revîn Yewnanistanê da wiha got: "Mixabin piştî darizandineke bi mehan ajot, dadgeha bilind a Yewnanistanê biryar da û biryara dadgehê biryareke hêvîşikêner da. Ez bi eşkereyî dibêjim ev biryareke dadî nîne û biryareke edaletê belav dike nîne. Ev biryareke siyasî ye."
Fikrî Işikê Wezîrê Parastina Neteweyî li Tersaneya Stenbolê ya li Tuzlayê di merasima teslimkirina keştiya xilaskirinê ya bi navê TCG Alemdarê (A-582) da xeberda.
Wezîrê Parastina Neteweyî Işik der heqê îadenekirina leşkerên derbekar ên reviyane Yewnanistanê da wiha axivî: "Yewnanistanê bi vê biryarê nîşan da ku di meseleya terorîzmê de di rêyeke xelet de ye. Tişta em ji Yewnanistanê dixwazin niha ew e ku bilez vê biryara xwe ya xelet rast bike û wan 8 kesan îadeyê Tirkiyeyê bike."