06 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
SAMSUN
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ji bo hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) got: "Hûnê wek teşkîlateke mason xwe veşêrin û di her derê da bi cih bibin. Paşê hûnê dafika li pêşiya vî miletê hanê deynin, îxanetê li gel bikin, vî welatî bifiroşin û însanên vî welatî şehît bikin. Ev hesap wisa bi hêsanî nayê girtin."
Kurtulmuş li Meydana Komarê ya Samsûnê bangî welatiyên nobeta demokrasiyê digirtin kir û got ku ewê ji hemû kesên alîgirên FETOya derbekar, nêzî wan û bi wan ra têkîldar in wê hesap bipirsin û wiha pê da çû: "Tiştekî wisa tune, tu yê 15 sal be li Pensîlvanyayê di nav kêf û zewqê da bî, kêf kêfa te be û rabî ji bo vî miletê hanê dafikan deynî. Ji lîseyên leşkerî pirsan bidizî, gotina min ji wan endamên çetêyê tu yê bikî general, albay, yarbay. Bi wan pirsên ku didizîn va merivên xwe di cihên qrîtîk ên dewletê da bi cih bikî. Wek teşkîlateke mason xwe veşêrin û di her derê da bi cih bibin. Paşê hûnê dafika li pêşiya vî miletê hanê deynin, îxanetê li gel bikin, vî welatî bifiroşin û însanên vî welatî şehît bikin. Ev hesap wisa bi hêsanî nayê girtin. Emê hemûyan di dev û pozê wan da bînin. Emê heyfa vî miletê ji wan bistînin û vî welatî ji wan paqij bikin."