Abdullah Tel
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 04 Hezîran 2017
MARDÎN
Mêrdîna bawerî, çand û zimanên ji hev cihê û mensûbên wan di nav xwe da dihewîne bi saya bicihbûna hizûrê her ku diçe zêdetir bala turîstan dikişîne.
Mêrdîna ku berhemên wê yên dîrokî bi kevirên neqş û deq hatine çêkirin û her demsal bi rengekî xuya dike bangî tûrîstan dike.
Par ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê ziyaretvan neçûn Mêrdînê lê piştî bidawîbûna operasyonên hêzên ewlehiyê û bicihbûna aramiyê bere bere reng û rûçikê bajêr jî vebû.
Niha Mêrdîn ber bi rojên xwe yên berê ku geş û xweş bûn û ziyaretvanên wê gelek bûn va diçe. Bajarê Mêrdînê ji hêla bawerî, çand û ziman va bajarekî dewlemend e û mensûbên wan hemûyan dihewîne.
Îsal di nav 4 mehên ewil da hejmara tûrîstên hatin Mêrdînê li gor heman heyama par ji sedî 93 zêde bû. Ziyaretvan bi taybetî jî rojên tetîl in tên bajêr ji ber vê jî di otêl û motêlan da temînkirina cih jî piçek zehmet dibe lê ev yek kêfa şêniyên Mêrdînê tîne. Lewra hebûna tûrîst û ziyaretvanan tê mena geşbûna aborî û hebûna pere.
Walî Mustafa Yaman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku heyama tûrîzmê ya bajêr baş dest pê kir û di nav 4 mehên ewil da li gor heman heyama par ji sedî 93 zêde bû û wiha pê da çû: "Ev 45 rojên dawîn bi taybetî jî dawia hefteyê hemû otêlên bajêr tijî ne û cih namîne. Esnaf ji ber vê pir kêfxweş in. Înşeallah ev yek zêde bibe û dewam bike. Bi saya hewlên hikûmeta me li herêmê aramî û hizûr bi cih bû. Tesîsên hatibûn girtin jî hêdî hêdî vedibin."