26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya lêpirsîna der barê hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) da Fermandarê Hêza Tirkan a li Efxanistanê Tumgeneral Cahît Bakir û Fermandarê Hevkarî, Alîkarê û Perwerdeyê ya Kabulê Tuxgeneral Şener Topuç ku dixwestin birevin li Dubaiya Emîrtiyên Ereban a Yekbûyî hatin qefaltin.
Li gor agahiyên çavkaniyên diplomatîk Wezareta Karên Derva û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî agahî hildan ku Bakir û Topuç ji Kabulê reviyane Dubaiyê.
Di vê çarçoveyê da bi alîkariya meqamên Emîrtiyên Ereban a Yekbûyî Bakir û Topuç li Balafigeha Dubaiyê hatin qefaltin.
Bakir û Topuç ber destê sibehê anîn Tirkiyeyê.