25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim: "(Di Herekata Mertalê Feratê de 3 eskerên di êrîşa asmanî de şehîd kirin) Eşkereye ku hin alî ji têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DEAŞê aciz dibin, ên ku aciz dibin hene. Lê belê, helbet ewê bersiva van êrîşan were dayîn."
Yildirim li Koşka Çankayayê, bi mamosteyên ku bi minasebeta 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan ji 81 bajarên welêt hatin re hat bal hev û piştre daxuyanî da rojnamegeran.
-Herekata Mertalê Feratê
Yildirim derbarê 3 eskerên di êrîşa asmanî de şehîn bûn de got: "Ev êrîş û êrîşên bi vî awayî ji ku derê ji kîja aliyê ve tên bila werin, têkoşîna hêzên me yên çekdar a li hemberî terorê wê bibiryarî dewam bike."
Serokwezîr Yildirim wiha dewam kir:
"(Di Herekata Mertalê Feratê de 3 eskerên di êrîşa asmanî de şehîd kirin) Eşkereye ku hin alî ji têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî DEAŞê aciz dibin, ên ku aciz dibin hene. Lê belê, helbet ewê bersiva van êrîşan were dayîn."
-Dengdayina Tirkiyeyê ya li Parlementoya Ewropayê
Serokwezîr Bînalî Yildirim bal kişand ser Dengdayina Tirkiyeyê ya li Parlementoya Ewropayê û wiha xeberda "Ji bo me giringiya vê biryara tune ye. Jixwe têkiliyên me yên bi Yekîtiya Ewropayê re wisa ji dil û can nîne. Divê Yekîtiya Ewropayê vê baş fêm bike; divê Ewropa biryara xwe bide, ew ê vîzyona xwe ya siberojê bi Tirkiyeyê re ava bike an bêyî Tirkiyeyê.
Ewropa ji aliyekê ve dibêje 'Tirkiye ji bo ewlehiyê lazim e' ji aliyê din ve biryarên wiha dide, ev nakokî ye. Em li bendê ne ku bi taybetî serokên welatên endamê YEyê li hemberî vê nakokiyê dengê xwe bilind bikin."