11 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
IGDIR
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê kesên ku mêşvaniyê dikin li Îdirê diçin çiyayê Erezê.
Quntara çiyayê Erezê ji ber ku xwedî av û hewayeke baş e û gelek nebat lê hene, mêşvanên ku ji Agirî, Erzirom, Qers, Erdexan, Artvîn û bajarên din tên vir.
Mêşên Qafqasyayê li zozanên quntara çiyayê Erezê hingiv çêdikin. Mêşvan vî hingivî, mêşav û polenan li cihên cuda difroşin.
Mamosteyê teqawîdbûyî Hasan Doganê ku li gundê Hamurkesena girêdayî Tuzlaya navçeya Îdirê mêşvaniyê dike ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hingivê li vê derê çêdibe di nav hingivên herî biqalîte de cih digre.
Dogan got ku divê hingivê biqalîte û yê sexte ji hev bê veqetandin û wiha axivî: "Mirovên me nikarin hingivê biqalîte hilbijêrin, ya rast nizanin. Hingiv dinêhêrin heke bibiriqe dibêjin ev hingiv biqalîte ye. Lê wisa nîne. Hingivê biqalîte di xwezayê de çêdibe û li navçeya me çêdibe. Ev çiya ji bo me lutfek e, heke qîmeta wê bê zanîn li vir mimkun e hingivê herî biqelite ê dinyayê bê çkirin. Lewra hingivê li vir organîk e.
Dogan anî ziman ku ev herêm ji hêla nebatan ve pir dewlemend e û wiha dewam kir: "Li vir ji ber ku çandiniya organîk nayê kirin, gubre nayê bikaranîn nebat, kulîlk bi xwezayî digihêjin. Tu kes şekir nade mêşan û ew xwezayê çi bibînin wî dixwin.
Yasîn Toranê ku mêşvaniyê dike jî wiha got: "Li vê herêmê 3 cihên me hene. Em her tim li cihekî din mêşvaniyê dikin. Em cihên xwezayî dibînin û li wir mêşvaniyê dikin. Di dawiya tebaxê em ê ji zozanan dakevin û hingivê ku me bi dest xistiye em ê bifroşin."
Kîloya hingivê Tuzlucayê 250 lire, ya çarçoveyê a normal 60 lire, hingivê bêşima 90 lire ye.