11 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
DIYARBEKIR
Endamên PKKya rêxistina terorê di êrîşa ku li Sûra navçeya Diyarbekirê birin ser polêsan da bûn sedema mirina 5 kesên ji heman malbatê ne.
Di êrîşa ku endamên PKKê li nêzî Pireya Dehderî bi wesayîta bombebarkirî va birin ser wesayîta polêsan ku ji wir derbas dibû da dayik, du qîzên wê û du neviyên wê hatin kuştin.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadînê Eyûbiyê otopsî hat kirin. Di encama otopsiyê da derket holê ku Behiye Yildirim (52), qîzên wê Derya Yildirim (23) û Demet Yildirim Aydin (31) zarokên Aydinê Oguz Kaan (8) û Ceylînaz (3) hatin kuştin.
Mêrê Behiyê Necatî Yildirim ê ku rewşa wî giran e û zavê wî Muhammed Yildirim jî li heman nexweşxaneyê tên tedawîkirin.
Li gor agahiyên hatin hildan qîza malê Demet, mêrê wê Mihemed û zarokên wan Oguz Kaan û Ceylînaz ji Gebzeya navçeya Kocaeliyê ji bo ziyareta dê û bavê xwe hatin Diyarbekirê. Malbata Yildirim jî ji bo mêvanê xwe bigerînin derketibûn û li texma Pireya Dehderî bûn.
Hat ragihandin ku cinazeyê Demet Yildirim Aydin û zarokên wê li Gebzeyê, Behiye û Derya Yildirim jî wê li Ortayaziya gundê Erganiya navçeya Diyarbekirê wê bên definkirin.