13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) bi şev li dijî çoltera Licêya navçeya Diyarbekirê hemleyeke asîmanî li dar xistin. Di encamê da 4 terorîstên PKKyî yên ku amadekariya êrîşê dikirin, hatin berterefkirin.
Li çoltera Licêyê bi wasiteyên kewş û çavdêriyê, mensûbên rêxistina terorê yên ku amadekariya êrîşê dikirin, hatin tespîtkirin.
Li ser vê, firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asîmanî hemleyeke asîmanî li dar xistin, 4 terorîstên PKKyî berteref kirin.
Di hemleyê da herwisa 2 stargehên berwext ên rêxistina terorê jî hatin jinavbirin.
Di lêgerîna li deverê da îmalatxaneyeke teqemeniyan a PKKyê jî hat dîtin.
Di îmalatxaneyê da 14 teqemeniyên hazir ku giraniya wan 750 kîlogram e, demançe, 2 bombeyên destan ên parastinê, 2 bombeyên destan ên êrîşê, 5 şarjorên M-16ê, 6 şarjorên tifinga nîşandaran, 10 şarjorên AK-47ê, 2 bêtêl, dûrbîna termal a şevê, panêla tavê, 5 cilûbergên terorîstan, 4 rext, 150 kîlogram şekir, 50 kîlogram ar, 10 kîlogram miqarne, 5 kîlogram savar, 5 kîlogram birinc û 20 kîlogram xwê hatin qefaltin.