13 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê totika wesayîta ku di rê da diçû teqiya û otobês li bariyeran qelibî û agir bi otobêsê ket. Di qezayê da 22 kes birîndar ketin.
Totika otobêsa bi pîlaqeya 47 KJ 267 a ku ajokarê wê hê nehat tesbîtkirin û ji Bodrûmê diçû Mêrdînê li ser rêbeja Şanliurfa-Mêrdînê teqiya. Otobês li bariyerên rexê rê qelibî û agir pê ket.
Ajokarên wesayîtên li der û dorê xwe pê ra gihandin û camên otobêsê şikênaştin û hin rêwî ji otobêsê derxistin. Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê 22 kesên ku di qezayê da birîndar ketibûn rakirin nexweşxaneyên li Şanliurfayê.
Kuçikekî malan ê ku di otobêsê da bû jî di şewatê da cehimî.