06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ŞANLIURFA
Şaredariya Eyyubiyeyê ya li Şanliurfayê dê bona welatiyên li Şirnex û Cizîrê ku ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn, alîkariya zad û kincên zivistanê bike.
Ji ber bûyerên terorê yên li herêmê, xelkê Şirnexê rojên dijwar derbas kirin û mecbûr man cî û warên xwe terikandin. Niha jî tevî dewletê, saziyên rêxistinên civakî û şaredarî destê alîkariyê didin xelkê Şirnexê.
Meclisa şaredariyê ya ku di bin serokatiya Şaredarê Eyyubiyeyê Mehmet Ekincî da civiya, bi pirdengî biryara alîkariya bona xelkê Şirnex û Cizîrê yên di tengasiyê da pejirand.
Ekincî di axaftina xwe ya li civînê da destnîşan kir ku ewê bona malbatên li Şirnex û Cizîrê ku ji ber bûyerên terorê mexdûr bûn, bi bihayê 85 hezar lireyî alîkariya zad û kincên zivistanê bikin.
Ekincî bal kişand ku ewê hewl bidin da ku xelkê destteng ji tengasiyê rizgar bikin û wiha xeberda, "Dewleta me di serî da Şirnex û Cizîr, alîkariyê dide welatiyên me yên bêçare yên ku ji cî û warên xwe bûne û li ser kolanan û di konan da dijîn. Ev alîkariya me dê tenê ne ji bo van herdu bajaran be, dê bona ciyên din jî dewam bike. Ez hêvî dikim ku ev helwesta me yê bibe mînak û şaredariyên din jî dê destê alîkariyê bidin welatiyên mexdûr."