06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiyê di navbera 6 û 8 pileyan da dakeve.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be.
Li bendê ne ku li herêmê germahiya hewayê di navbera 6 û 8 pileyan da dakeve, bayê ji aliyên başûr û başûrê rojava rabe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê di binê sifiriê da 15 pile, li Erziromê di binê sifiriê da 14, li Agiriyê di binê sifirê da 10, li Tûncelî û Îdirê di binê sifiriê da 1 û li Ezirganê di binê sifiriê da 6 pile hat pîvandin.
Li bendêne ku bi roj germahiya hewayê li Tûncelî û Ezirganê 2, li Îdirê 3, li Erzirom û Agiriyê di binê sifiriê da 4, li Qersê di binê sifiriê da 5, li Erdexanê di binê sifiriê da 6 pile be.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 20, li Agiriyê 9, li Erziromê 7 û li Qersê 2 santêm hat pîvandin.
- Qalindahiya berfê li Erdexanê gihîşte 2 metreyan
Li Erdexanê hewaya sar û berf li ser jiya welatiyan tesîreke neyînî dihêlin. Li Hin ciyên bilind ên bajêr qalindahiya berfê digihîje 2 metreyan.
- Bi birandayan wesayîtan ji sermayê diparêzin
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê ji ber hewaya sar li ser xaniyan cembelîk çêbûn.
Li bajêr camên xanî, dikan û wesayîtan qeşa girtin, kaniyên li pêşiya mizgeftan jî bûz girtin.
Hin welatî ji bo ku wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin betanî û biranda avêtin ser wan.
Li Sarîqamîşê hewaya sar di jiyana heywanên beyanî da jî astengan derdixe, li navçeya çivîk zivistanê bi zorê xwarinê dibînin û rûyê Gola Wedegê jî qeşa girt.
Werdeg li ser gola bûzgirtî kom bûn ku xwe ji sermayê biparêzin.
- Ji berfê mizgeft çêkirin
Li Ovacika navçeya Tûnceliyê ya ku lê berf dibare 2 mamosteyan li hewşa xwendingehê ji berfê mizgeft çêkirin.
Kadîr Aslanê mamoste got xwestine ku ji berfê meviekî na tiştekê din çê bikin û wiha axivî: "Hema hema 4 roj e berf dibare. Me got em ji berfê mizgeftekî çêkin. Ji ber ku zêde berf tunebû mizgefta me hinekî piçûk bû lê belê dibêjin ku li vê derê 3-4 metre berf dikeve, înşaellah emê mizgefteke kaw çêkin.