29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Operasyona ku 4 roj berê li Pasur û Farqîna navçeyên Diyarbekirê dijî PKKya rêxistina terorê dest pê kiribû, qediya.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku operasyona di 26ê cotmehê da li Pasur û Farqîna navçeyên Diyarbekirê dest pê kiribû duh di saet 23.00î da temam bû.

Di operasyona li goma Uçdîreka ser gundê Dagcilar û Demirkuyuyê hat birêvebirin da ji 4 baregehan 2 kalaşnîkof, bîksî, 19 şarjor, 241 tivingên piyade, 8 seriyên roketavêjên antî tanqê, 10 fişekên sewqa roketavêjê, 6 funye, 6 mekanîzmayên teqemeniya bidestçêkirî, 12 bloqa pîl a xwedî mekanîzmaya periyod, 605 metre qabloya ceyranê, 200 metre qabloya têl, 2 tup û gelek amûrên ji bo jiyanê hewce dikin, hatin qefaltin.
- Tonek û 561 kîlo esrar hat qefaltin
Ji hêla din va di çarçoveya têkoşîna dijî narkoterorê da di 25-27ê cotmehê da jî di nav sînorên Tepeya gundê naçveya Liceyê û Şaklata gundê navçeya Kocakoyê da li 5 xaneyan lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê da tonek û 129 kîlogram esrar û 432 kîlogram jî esrara hûr bi tevahî tonek û 561 kîlo esrar hat qefaltin. Der barê bûyerê da jî kesek hat binçavkirin.